Tirkiyeyê qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

23-12-2023
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Silêmaniyê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê qedexeya li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê 6 meh dirêj kir.

Birêvebirê Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê Hendirên Muftî ji Rûdawê re ragihand ku Tirkiyeyê qedexekirina geştên esmanî yên ji Balafirgeha Silêmaniyê 6 mehên din dirêj kir.

Hendirên Hîwa Muftî da zanîn ku Tirkiyeyê qedexeya geştên esmanî heta 24 Hezîrana 2024an dirêk kiriye.

Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê di di meha Nîsanê de ragihandibû ku ji 3yê Nîsanê heta 3yê Tîrmehê ve qada hewayî ya Tirkiyeyê ji bo bikaranîna balafirên ku dê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji bo daketin/rabûnê bikar bînin hatiye girtin.

Wezareta Karên Derve di 3yê Tîrmeha 2023yan de biryara rawestandina geştên esmanî 6 mehên din dirêj kiribû.

Li Silêmaniyê 180 kompanyayên geştyariyê geştên xwe yên bo Tirkiyeyê organîze dikirin.

Ji ber qedexeya geştên esmanî ya ku meha Nîsanê dest pê kiribû, van şîrketan geştên xwe yên turîstîk ên ji bo Tirkiyeyê  dan rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst