Sînan Çîftyurek: Ji ber gotinên Kurd û Kurdistanê gef li min hatin xwarin

23-11-2023
Ferdî Sak
Parlamenterê HEDEPê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê re axivî
Parlamenterê HEDEPê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê re axivî
Nîşan Sînan Çîftyurek HEDEP Gefxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êriş, sivikatî  û gefên li dijî parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dawî nayên.

Herî dawî Parlamenterê HEDEPê û Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek li nav cergê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê rûbirûyî gefa çekdarî ya kesekî bû.

Parlamenterên Grûba HEDEPê û Sînan Çîftyurek roja çarşemê li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Çîftyurek hûrguliyên bûyerê ji Rûdawê re eşkere kirin.

Parlamenterê HEDEPê Sînan Çîftyurek anî ziman:

“17ê meha Çiriya Pêşînê roja Înê li cadeya Geyranê ya Amedê ez li rastî erişekê hatim.

Ez û hevalekî xwe ji partiyê derketin û em dê li otomobîlê siwar dibûn li kolanê mirovek ket navbera min û hevalê min êlegê xwe vekir, demançeya xwe nîşanî min da.”

Parlamenterê HEDEPê sedemên gefa li dijî xwe bi axaftinên xwe yên derbarê Kurd û Kurdistanê yên li parlamentoyê ve girê dide.

“Ji xwe sed sal in we çek nîşanî me dan”

Parlamenterê HEDEPê Sînan Çîftyurek di berdewama axaftina xwe de got:

“Em di parlamentoyê de meseleya Kurd û Kurdistanê tînin ziman.

Me got parlamento cihê çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye, ji bo wê em dibêjin çekê nîşanî me nedin.

Ji xwe sed sal in we çek nîşanî me dan.”

Sînan Çîftyurek herwiha bal kişand ser bûyerên salên 80 û 90î yên kuştinên biker nediyar ên li Bakurê Kurdistanê jî û bang li aliyên pêwendîdar kir ku şopdarên bûyerê bin.

Parlamenterê HEDEPê Sînan Çîftyurek herwiha anî ziman:

“Li dijî gel, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd evqas komkujî û suîkast pêk anîn, mesele çareser kirin, na.

Em bangî Serokê Parlamentoyê birêz Numan Kurtulmuş dikin û dibêjin ew erişên ku li dijî parlamenterên HEDEPê hatine kirin, ew tenê ne meseleya wan e, di serî de meseleya we ye.

Sînan Çîftyurek û parlamenterên din endamê parlamentoyê ne û tu jî serokê wan î, divê li ser bisekinî.”

Gefa li dijî Sînan Çîftyurek di demekê de ye ku li ser çend gotinên derbarê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî de, Serokê Grûba tawanan û mafyayê Alaatîn Çakici jî hefteya borî gef li Parlamenterê HEDEPê Omer Faruk Gergerlîoglu xwaribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst