Dadgeha Cezayên Giran dê derbarê Gultan Kişanakê biryara dawî bide

29-02-2024
RÛDAW
Nîşan Gultan Kişanak Dadgeha Cezayên Giran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê dê derbarê azadkirin an jî berdewamiya girtîbûna Gultan Kişanakê  biryara xwe sibe bide.

Li gorî yasayên Tirkiyeyê Namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê cezayê xwe temam kiriye û divê ji zindanê derkeve lê heta niha jî girtî ye.

22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê dê sibe derbarê Gultan Kişanak biryarê bide.

Gultan Kişanak 7 sal in di girtigehê de ye û tê çaverêkirin Kişanak vê rûniştinê bê berdan.

Li gorî yasayê dema girtîbûnê herî zêde wek 2 sal hatiye diyarkirin lê di dozên ku dikevin çarçoveya Yasaya Rûbirûbûna Terorê de ev dema girtîbûnê herî zêde 5 salên din jî tê dirêjkirin.

Wate ji ber Kişanak 7 sal û 4 meh in girtiye divê beriya 4 mehan bihata azadkirin.

Parêzerê Kişanakê amaje bi wê yêkê kir ku dadgeh divê li gorî yasayê tevbigere û biryara azadkirina Kişanakê bide.

Gultan Kişanak ji sala 2016an ve hatiye girtin û bi binpêkirina 30 madeyên yasaya cezayan a Tirkiyeyê tê tohmetbarkirin.

Tê îdiakirin ku ji ber twîteke Kişanakê 38 kesan canê xwe ji dest daye û ew berpirsê mirina wan 38 kesan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst