Rojavayê Kurdistanê xwe ji bo sala nû ya perwerdeyê amade dike

23-08-2024
Nîşan Rêveberiya Xweser Perwerde 2024-2025
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo sala xwendinê ya 2024-2025an amadehî tên kirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku sala xwendinê ya 2024-2025an dê 1ê Îlona 2024an dest pê bike û 15ê Gulana 2025an biqede.

Nêzîkî 900 hezar xwendekarî dê berê xwe bidin zêdetir jî 4 hezar û 200 dibistanî.

Heman demê zêdetirî 44 hezar mamosteyan jî dê îsal waneyan bidin.

Reqa jî yek ji wan bajaran e ku Rêveberiya Xweser amadehiyên sala nû ya perwerdeyê li wan dike.

“Me 3 dibistanên nû ava kirine”

Hevserokê Saziya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqa Mihemed el-Elî wiha behsa xebat û amadehiyan kir:

“Destpêka sala xwendinê me 3 dibistanên nû ava kirine ku ji bûdceya 2023yan hatine avakirin.

Dibistanên Şehîd Zîlan, Şehîd Ebdullah Hesen û Şehîd Emmar Xelef in.

Herwiha hinek dibistanên din ên li herêmê jî hatine nûjenkirin.”

Mihemed el-Elî diyar kir ji bo amadekirina pirtûkên sîstema xwendinê komîteyên taybet hatine amadekirin.

Perwerdeya mamosteyan

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser havînê kursên perwerdeyê dan mamosteyan jî da ku karibin xwendekaran bi awayekî çêtir perwerde bikin.

Hevserokatiya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Zelîxe Ebdî li ser kursên ku mamoste dibînin wiha axivî:

“Li ser daxwaza hemû komîte û desteyan roja şemiyê bû roja perwerdekirina mamosteyên kantonên Rêveberiya Xweser da ku fêrî şêwazên dayîn û gihandina sîstema xwendinê bibin.

Pirsa rahênan û perwerdekirina mamosteyan bi dirêjahiya salên borî her berdewam dike.

Divê mamoste rojên şemiyan ên havînê fêrî sîstem û mekanîzmayên nû yên perwerdeyê bibin da ku karibin bi awayekî baş zanyariyan bigihînin xwendekaran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst