Li Xarpêtê qeza: 13 kes birîndar bûn

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Keban Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kebanê ya Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê mîdîbusek ji rê derket û ket qenala avê, 13 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, êvarê li ser rêya gundê Çakmakê mîdîbusek ji rê derketiye û ketiye qenala avê.

Di encamê de 13 rêwiyên ku di mîdîbusê de bûn birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurstiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên Xarpêtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst