Li Xarpêtê di 2 qezayan de 13 kes birîndar bûn

30-08-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên cuda de 13 kes birîndar bûn.

Li ser rêya gundê Zovê yê navçeya Xûxê ya Xarpêtê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Otomobîl li traktorê qelibî: 5 kes birîndar bûn

Li aliyê din, li ser rêya navçeya Qowanciyanê ya Xarpêtê û Dêrsimê otomobîlê ji paş ve li traktorê da.

Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst