Li Mereşê agir bi daristanê ket

23-07-2023
Zozan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Onikişûbat û Pazarcixê yên Mereşa Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket, ji hewa û bejahî ve têmên Berevaniya Şaristanî û welatî hewl didin agir vemirînin.

Bi destpêkirina germayê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şewata daristanan zêde bûye. Îro li navçeyên Onikişubat û Pazarcixê yên Mereşê agir bi daristanê ket, heta niha sedema pêketina agir nayê zanîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê û Berevaniya Şaristaniyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Tê gotin, tîmên ku ji 90 kesî pêk tên bi hevkariya welatiyên navçeyê, 6 helîkopter, 2 firoke û 20 otomobîlan hewl didin agir vemirînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst