Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarên li Şevîmana Xwendekarên Kur a Selahattîn Eyyubiyê nerazîbûn nîşanî xwarinên xirab û rêzên dirêj da û wan xwenîşandan kir.
Xwendekarên li Şevîmana Xwendekarên Kur a Selahattîn Eyyubiyê rojên 9 û 10ê Adarê li dijî xwarinên xirab û rêzên dirêj xwenîşandan kir û wan xwest ku birêvebiriya xwaringehê were guhertin.
Xwendekaran dema fitarê li nav xwaringehê dest bi çalakiyê kir û pişt re li baxçeyê şevîmanê protestoya xwe berdewam kir.
Rêveberiya şevîmanê guh neda daxwazên xwendekaran û 2 xwendekarên ku beşdarî protestoyan bûbûn ji şevîmanê hatin derxistin.
Piştî berdewamkirina nerazîbûnan birêvebiriya şevîmanê cezayê her du xwendekaran betal kir û careke din her du xwendekar vegerandin.
Xwendekar dibêjin, ew tenê daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin.
“Me daxwaza mafên xwe yên bingehîn kir”
Xwendekarekî got, “Me tiştekî zêde nexwest, nikarin xwarinê bidin me. Me tenê daxwaza xwarina xwe û paqijkirina odeyên xwe kir.
Me li vê derê propagandeya siyasî nekir. Me ji kesekî tiştekî zêde jî nexwest.
Me daxwaza mafên xwe yên bingehîn kir. Wekî xwendekar, bira û zarokekî we, me daxwaza mafên xwe yên bingehîn kir.
Eger dê li dijî vê yekê jî derkevin tiştekî em bikin nîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse