Li Meletiyê şivanê ku qijnikê ew gez kir, jiyana xwe ji dest da

23-05-2022
RÛDAW
Nîşan Meletî Şivan Qijnîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê şivanê 19 salê yê ku bi qijnikê temas kiribû, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Wêranşar a Meletiyê şivanê ku bi qijnikê temas kiribû û bi gumana Taya Kirim Kongo ya Xwînjêçûnê rakiribûn nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Şivanê bi navê Eray T. ê 19 salê ku li gundê Kurucuovayê şivaniyê dikir, bi qijnîkê demas dike. Piştî demekê Eray T. nexweş ket û ji aliyê xizmên xwe ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê, piştî mudaxeleya ewil a li wir, bo Nexweşxaneya Zanîngeha Înonu ya Turgut Ozalê hat veguhestin.

Eray T. ê ku bi gumana Taya Kirim Kongo ya Xwînjêçûnê di beşa çavdêriya hûr de hat dermankirin lê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin dê cenazeyê Eray T. li gundê Kurucuovayê yê navçeya Wêranşarê bi axê ve bê spartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst