Dersîm Dag: Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin

23-02-2021
RÛDAW
Nîşan Dersîm Dag Zimanê Kurdî Parlamentoya Tirkiyê 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê Dersîm Dag bi boneya 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê di parlamentoya Tirkiyê de bi Kurdî bang li Civata Giştî ya Parlamentoyê kir û got “Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, çanda me Kurdî ye, hest û nêrînên me Kurdî ne. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin.

Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Dersîm Dag 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê di parlamentoya Tirkiyê de bi Kurdî axivî.

Dersîm Dag amaje bi wê yekê kir ku ji ber axavtina zimanê Kurdî gelek kes hatine dirtin û kuştin.  

Herwiha Dag rexne li ser qedexekirina ziman û  girtina saziyên Kurdî kir û dibêje  gelek dibistanên azad yên perwerdehiya Kurdî didan, kreş, radyo, televîzyon rojname û ajansên çapemeniyê hatine girtin.

Dersim Dag di axavtina xwe ya parlamentoya Tirkiyê de wiha berdewam kir “Ev sed sal in li ser zimanê Kurdî polîtîkayên înkar û bişaftinê tên meşandin. Lê ez careke din ji vir bang dikim: Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, çanda me Kurdî ye, hest û nêrînên me” Kurdî ne. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û perwerdehiyê bibînin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst