HSD: 17 endamên me şehîd bûn

23-01-2022
RÛDAW
Şervanekî HSDê
Şervanekî HSDê
Nîşan HSD Heseke DAIŞ Xiwêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê amarên şehîd û birîndarên xwe di êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser zindana Heseke aşkere kir û ragihand, “17 endamên me şehîd bûn û 23 jî birîndar bûne.” HSDê derbarê vîdyoyekê de jî zelalkirinek da.

Li gor amarên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) belav kirine, ji roja 20 vê mehê ve ku çekdarên DAIŞê êrîşî zindana Heseke kirin û heya niha 17 endamên hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya navxwe û saziyên xizmetguzariyê şehîd bûne, di nava wan de herî kêm du rojnamevan hene. Herweha 23 şervan û karmendên sivîl birîndar bûne.

Vîdyoya çekdarên DAIŞê

Di derbarê dîmenekê de ku di torên civakî de belav bûye, Navenda Ragihandina HSDê diyar dike, çekdarên DAIŞê ew vîdyo belav kirine, tê de derdikeve hejmarek term li ser hev kom kirine. Ew term yên karmendên xwaringeha zindanê ne, ku ji roja êrîşê ve, pêwendî bi wan re qût bûye.

HSD tekez dike, “Fedekariya şehîdên me çavkaniya hêzê ji tevahî şervanên me re ye ku têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst û piştevanên wan re berdewam bikin."

Amarên şerê duh

Li gor daxuyaniya HSDê tenê duh di şer û pevçûnan de “22 çete hatin kuştin, çeteyek hat girtin” û herwiha dest bi ser “seyareke cebilxane barkirî ya çeteyên DAIŞê de” hat girtin.

Li aliyê din êrişên çekdarên DAIŞê û şer û pevçûn, bûne sedem ku bi hezaran kes malên xwe yên herêma derdora zindana Xiwêran bicî bihêlin.

Rêveberê Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, li ser şer û aloziya li Xiwêranê tekez dike, destê welatên navçeyê di aloziya Hesekê de heye.

Berpirsê Pêwendiyan li Navenda Ferat a Lêkolînan Welîd Çolî jî diyar dike, hem dewletên hevpeymaniyê û hem jî hêzên herêmê DAIŞê li hember hev weke karteke siyasî bikar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst