Artêşa Tirkiyê li çiyayê Agirî dest bi operasyoneke berfireh kir

23-01-2021
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Bakurê Kurdistanê Çiyayê Agirî PKK Gerîla Eren-3
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê destpêkirina operasyoneke mezin li dijî gerîlayên PKKê li çiyayê Agiriyê ragihand.  Hatiye aşkerekirin, jibilî cerdevanan hejmareke zêde ya tîmên taybet di wê operasyonê de beşdar in.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û destpêkirina operasyoneke berfireh li dijî gerîlayên PKKê li çiyayê Agiriyê ragihand.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ew operasyon di çarçova “Operasyonên Eren” de pêk tê ku 11ê vê mehê li deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê aşkere kiriye, 59 tîm ku ji hêzên taybet ên cendirme, polîs û cerdevanan pêk tê, bi tehavî hezar û 40 leşker di wê operasyonê de beşdar in û navê “Operasyona Çiyayê Agirî Eren-3” lê hatiye kirin.

Herwiha li gor zanyariyên hatine belavkirin li gundewarên herêma Deryaya Reş jî artêşa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyonekê kiriye.

Ev di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê berî çend rojan li Tendurek û Licê jî operasyon dabûn destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst