Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê pesnê rola Pêşmergeyan da

14 demjimêr berê
Guido Crosetto û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Guido Crosetto û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Guido Crosetto Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto û şandeya pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Guido Crosetto pesnê rola Herêma Kurdistanê ya li herêmê daye.

Li gorî daxuyaniyê, Guido Crosetto diyar kiriye ku “Pêşmergeyan di têkbirina DAIŞê de roleke girîng gerandiye.”

Hat ragihandin ku mijarên wekî, “pêwendiyên Îtalyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, alîkariyên leşkerî yên ku Îtalya pêşkêş dike, rola hêzên Îtalyayê ya di têkoşîna bi DAIŞê re de, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya jinûvezindîbûna DAIŞê” hatine nirxandin.

Serokatiyê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya ku di hemû qadan de û bi taybetî jî ji bo şerê bi DAIŞê re dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê dixwaze alîkariyên hevbeş bi pêş bixe û ewlehî û aramiya herêmê bê parastin.

Li hêla din, Serokê Herêma Kurdistanê wêneyên xwe û Guido Crosetto bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kirin.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina Guido Crosetto anî zimên û ji bo piştgiriya wê spasiya Îtalyayê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst