Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto li Munîhê li hev rûniştin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de “pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê, xurtkirina hevkariya hevbeş a di navbera her du aliyan de û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê” hatine nirxandin.
Divê were gotin ku Îtalya di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) de ye.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya Îtalyayê ya di warê bipêşvebirina hêzên Pêşmergeyan û xurtkirina şiyanên wan de spasiya xwe ducare kiriye.
Barzanî her wiha bal kişandiye ser pêwîstiya piştgiriya navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞê.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê jî "girîngiya hevkariya bi Herêma Kurdistanê re, soza welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya bi Pêşmergeyan re û xurtkirina hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re" aniye zimên.
Li gorî daxuyaniyê, Guido Crosetto di parastina aramiya herêmê de pesnê rola Herêma Kurdistanê daye.
Di civînê de “guherînên dawî yên ewlehî û siyasî yên Îraq û herêmê” û bi taybetî jî “rewşa Sûriyeyê” û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş hatine nirxandin.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto li Munîhê li hev rûniştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 14, 2025
🟥 "Rewşa Rojhilata Navîn" yek ji mijarên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ye
#MSC2025 pic.twitter.com/jUUztsOPbN
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse