Hewlêr (Rûdaw) - Îsal cotkarên Rojavayê Kurdistanê gelek gilî û gazinan ji nirx û bihabûna nirxê semad û derman dikin. Niha nirxê yek tona semadê bi 400 dolarî ye ku dike 1 milyon û 130 hezar lîreyên Sûrî.
Çavên cotkaran li wê yekê ye ku Rêveberiya Xweser di kêmkirina nirxan de, bi wan re alîkar be.
Aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser jî dibêjin, ew hewl didin çareyekê ji vê rewşê re bibînin.
Serokê Rêveberiya Çandiniyê li Qamişlo, Ebdulbaqî Mûsa ji Rûdawê re ragihand, ew mijûlî amadekirina taqîgehekê ne, ji bo ku bikarin dermanên sexte ji dermanên resen û baş cuda bikin.
Ebdulbaqî Mûsa herwiha got, ji bilî derman, pirsgirêka semadê jî heye û giliya cotkaran ji semada li bazarê heye, ku hêj nehatiye çareserkirin. Mûsa got: “ew şirketên semadê didin me, em bi heman nirxî didin cotkaran.”
Niha nirxê yek tona semadê bi 400 dolarî ye, ku dike 1 milyon û 130 hezar lîreyên Sûrî.
Bilindbûna nirxê derman û semadê û kirîna wan bi dolar, herwiha firotina genim bi lîreya Sûrî, beşek ji wan pirsgirêkan in ku bêzarî li cem cotkarên Rojavayê Kurdistanê dirust kirine.
Cotkar gazinan ji xerciyên çandina erdan dikin
Cotkarên Rojavayê kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku buhabûna xerciyê tov, semad û cotkirina erdan, ziyaneke mezin gihandiye wan.
Li Rojavayê Kurdistan debara jiyana beşek ji xelkê li ser çandinê ye. Ketina bihayê lîreya Sûrî bandor li ser karê wan kiriye. Kirîna semadê bi dolar ziyan gihandiye cotkaran.
Cotkar dibêjin ku pirsgirêka sereke semade, ku ji hemû cotkaran nayê ji xwe re bikirin, û erdên xwe semad bikin.
Çend cotkar li ser sînor hatine kuştin
Li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, ev çend salin ku cotkar nikarin li zeviyên xwe cot bikin û biçînin.
Ji ber ku di van salan de çend cotkar ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.
Piraniya zeviyên li ser xala sînor, niha bûr in, û cotkar nikarin biçin nav zeviyên xwe.
Cotkarên wê navçeyê behsa pirsgirêkên xwe ji Rûdaw re kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse