Li Erzirom, Erdexan û Qersê rêyên 146 gundan hatin girtin

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom, Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê rêyên 146 gundan hatin girtin.

Pêleke berf û baranê berê xwe daye Bakurê Kurdistanê.

Ji ber berf û pûkê li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêyên 146 gundan hatine girtin.

Li Erzirom û navçeyên wê ji ber berf û pûkê rêyên 138 gundan hatin girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji doh ve ser kar û xebatên vekirina rêyan didomînin.

Li parêzgeha Erdexanê jî ji ber berfê rêyên 5 gundan hatine girtin.

Li parêzgeha Qersê jî ji ber berf û pûkê rêyên 3 gundan hatine girtin.

Herwiha li Qersê çûnûhatina gundên li herêmên bilind jî bi zehmetî dibe.

Li parêzgehên Erdexan û Qersê tîmên Saziya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst