Rêkeftina PDK û Yekgirtû hat hilweşandin

22-09-2020
RÛDAW
Logoya PDKê û Yekgirtû
Logoya PDKê û Yekgirtû
Nîşan PDK Yekgirtû Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) ya bo hikûmeta xwecihî ya Duhokê ji aliyê PDKê ve hat hilweşandin. Serokê Fraksyona Yekgirtû li Encûmena Parêzgeha Duhokê, Sebah Bapîrî ji Rûdawê re ragihand, PDK bi fermî Yekgirtî agahdar kiriye ku rêkeftina navbera wan hatiye hilweşandin û divê dest ji postên îdareya Duhokê berdin.

Li gor agahiyên Rûdawê ku ji çavkaniyekî agahdar ê PDKê bidestxistiye, ji ber du xalên sereke, PDKê biryar daye ku rêkeftina xwe ya li gel Yekgirtûyê hilweşîne. Li gor wan agahiyan, PDK ji wê yekê dilgiran bûye ku Yekgirtû rexneyên tund û dijwar li hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Duhokê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî girtine, herwiha li Parlamentoya Kurdistanê jî, beşek ji parlamenterên Yekgirtûyê îmze kom kirine, daku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwînin parlamentoyê û pirsyaran lê bikin.

Sala 2016an di navbera PDKê û Yekgirtû de li ser rêvebirina hevbeş a hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Duhokê rêkeftinek îmze kirin. Li gor wê rêkeftinê, PDKê di rêveberiya Duhokê de 25 post dabûne Yekgirtû.

Di çarçoveya heman rêkeftinê de, Yekgirtû 18 post ji wan 25 postan wergirtibûn, ku Cîgirê Parêzgarê Duhokê, du rêveberên giştî û sê rêveberên nahiyeyan ji wan postên wergirtî bûn.

Çavkaniyekî agahdar ê PDKê ji Rûdawê re ragihand, wan ji bilî peywendiyên siyasî, peywendiyên civakî jî li gel Yekgirtûyê hene û tekez kir, “nedibû parlamenterên Yekgirtû biçin bin siya parlamenterên Komel û aliyên din.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, ji bo ku kar negihe asta hilweşandina rêkeftinê, gelek hewldan ji aliyê Yekgirtû û PDKê ve hatin kirin û çendîn civîn li ser astên bilind di navbera herdu aliyan de hatin lidarxistin, lê belê êvara duh Duşemê 21ê Îlonê PDKê bi fermî berpirsên Yekgirtû li parêzgeha Duhokê agahdar kirine, ku rêkeftina navbera wan hatiye hilweşandin.

PDKê bo wergirtin û tijekirina cihê wan 18 postên ku di destê Yekgirtû de bûn, amadekariyên pêşwext kiriye.

Serokê Fraksyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Duhokê, Hoşyar Gulî derbarê mijarê de ji Rûdawê re got, rêkeftina li gel Yekgirtû ya ji bo hikûmeta xwecihî ya Duhokê bi dawî hat.

Hoşyar Gulî diyar kir, “di çend rojên bihê de em dê rêkarên îdarî yên pêwîst ji bo tejîkirina wan postan pêk bînin û zelalkirinekê jî ji raya giştî re ragihînin.”

Tê çaverêkirin, ku hem Encûmena Parêzgeha Duhokê û hem Fraksyona PDKê li vê encûmenê derbarê hilwşandina rêkeftina li gel Yekgirtû daxuyaniyê bidin.

Serokê Fraksyona Yekgirtû li Encûmena Parêzgeha Duhokê, Sebah Bapîrî ji Rûdawê re diyar kir, “me bi baş dîdt ku di hikûmeta Duhokê de berdewam bin, lê PDKê em agahdar kirine ku rêkeftin hatiye hilweşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst