Li ser qezaya Dêrikê biryara qedexeya weşanê hat ragihandin

22-08-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrik Bakurê Kurdistanê Qedexeya Weşanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser qezaya 20ê Tebaxa li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku 20 kesan canê xwe ji dest dabûn qedexeya weşanê hat ragihandin.

Hinceta biryara ku ji aliyê Dadweriya Cezaya Sulhê ya Dêrikê ve li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê hatiye dayîn wiha ye, “Ji bo tenduristiya gel, ewlekariya neteweyî, nîzama giştî, ewlekariya giştî û pêşîgirtina li tawanan, di medyaya nivîskî, dîtbarî û înternetê, medyaya civakî de, hemû nûçe, hevpeyvîn, rexne û weşanên bi vî rengî heta lêpirsîn bi dawî bibe qedexe ne.”

Di qezaya barhilgirên ji Kargeha Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdingê li navçeya Dêrikê pêk hat de, 20 kesan canê xwe ji dest dabûn û 26 kes jî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst