Sed xwendekarên zanîngehê xwebexş beşdarî nûjenkirina Keleha Zerzevan dibin

22-08-2020
RÛDAW
Li Amedê Keleha Zerzevan di serdema Împeratoriyeta Romayê de wek cihekî taybet ê mana cengaweran hatiye bikaranîn
Li Amedê Keleha Zerzevan di serdema Împeratoriyeta Romayê de wek cihekî taybet ê mana cengaweran hatiye bikaranîn
Nîşan Keleha Zerzevan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keleha Zerzevan li Ameda Bakurê Kurdistanê, piştî dîtina Peresygeha Mithras û mohreke 3 hezar salî ya serdema Aşûriyan, zêdetir girîngî bi vê şûnwarî hat dayîn û serdana geştyaran zêde bû. Zerzevan ku 13 kîlometre dûrî navenda bajarokê Çinara Amedê ye, sala derbasbûyî pêşwazî li 450 hezar geştyarên navxweyî û biyanî kiribû.

Zêdeyî 6 sal e Keleha Zerzevan di jêr nûjenkirina hûr de ye. Îsal di projeyekê de xwendekarên zanîngehê yên beşên peywendîdar beşdarî karûbarên nûjenkirinê bûne.

Serpereştyarê Projeyê Doç.Dr. Aytaç Coşkun dibêje: “Di çarçoveya nûjenkirina Keleha Zerzevan de, bi hevahengiya navbera Wezareta Kultur û Turîzmê û Wezareta Werziş û Ciwanan, projeya xwebexşên ciwan hat destpêkirin. Ji 36 zanîngehên cuda yên Tirkiyê nêzîka 100 xwebexş tên vê derê û kar dikin. Ev projeyeke girîng e, ji ber ligel beşên zanîngehan wek; şûnwarnasî, endazyarî û nûjenkariyê ve xwendekar tên vê derê û tişta bi devkî bo wan hatiye behskirin, cîbicîh dikin.”

Xwendekar di vê projeyê de hem kar dikin û hem jî di pratîkê de fêr dibin. Ew dibêjin derfeteke baş e ku karîne li şûnwarekî serdema Împeratoriyeta Romayê de wan dersan cîbicîh bikin ku xwendine.

Xwendekar Elif Asli jî got: “Ji sala 2014an ve kolandin berdewam e. Me bi rêya hevahengiya wezaretê forma karê xwebexş tejî kiriye û hatine vê derê. Niha em ligel hevalên xwe hem kar dikin, hem jî fêr dibin. Ev sêyêm car e tên vê derê. Ti ezmûneke min a wiha derbarê kolandinê de nîne, tişta dizanim her ew zaniest e ku min xwendiye. Wek pratîk li vê derê fêr dibim.”

Keleha Zerzevan di serdema Împeratoriyeta Romayê de wek cihekî taybet ê mana cengaweran hatiye bikaranîn. Zêdeyî 54 depo yan sarincên avê di vê kelehê de hatine dîtin. Li gor lêkolînên pispor û şarezayan, ev depo û kanalên avê yên Keleha Zêrevan 1800 sal berî niha û bi zanista herî pêşketî yaw ê serdemê û bi endazyariyeke hûr hatine çêkirin. Kanalên avê niha jî karê xwe dikin. Van taybetmendiyan wiha kiriye ku girîngiyeke zêdetir bi nûjenkirina kelehê bê dayîn û kar li gor awayê wê yê resen berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst