Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir

22-06-2019
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Hilbijartina Stenbolê Qedexe Lijneya Bilind a Hilbijartinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyama propagandayê ya ji bo hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ya ku dê li gor biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) bê dubarekirin di saet 18.00ê de xilas bû û qedexeyên weşanê dest pê kir. 

 

Li gor bernameya ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr derbarê hilbijartina tê dubarekirin de amade kir azadiya propagandayê ya ji bo hilbijartinê di saet 18.00ê de xilas bû.

 

Roja dengdayînê wate sibe Yekşemê di navbera saet 18.00-21.00ê de di radyo û her cure şaxên weşanê de tenê nûçe û agahiyên ku LBH dide dikarin bên weşandin.

 

Roja hilbijartinê piştî saet 21.00ê dê hemû weşan serbest bin, lê eger Lijneya Bilind a Hilbijartinê hewce bibîne dê bikare qedexeya weşanê beriya saet 21.00ê rake. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst