Li Mabata Efrînê welatiyekî Kurd ji aliyê 3 çekdaran ve hatiye birîndarkirin

22-05-2023
Hisên Omer
Li Mabata Efrînê welatiyekî Kurd ji aliyê 3 çekdaran ve hatiye birîndarkirin
Li Mabata Efrînê welatiyekî Kurd ji aliyê 3 çekdaran ve hatiye birîndarkirin
Nîşan Mabata Efrîn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Mabata yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî kurd li ser destê 3 çekdarên nenas hatiye birîndarkirin. Bûyer li nav zeviyeke zeytûna nêzîkî bajarok rû daye.

Welatiyê Kurd ê bi navê Elî Hisên ku xelkê bajarokê Mabata ye roja Çarşemê li nav zeviya xwe hatiye birîndarkirin. Heta niha tohmetbar nehatine naskirin

Ednan Mistefa Mûrad, mafnas û endamê Desteya Şêwrê ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye, ku bi xwe xelkê nahiyeya Mabata ye, ji Rûdawê re got ev bûyer ne tenê li Mabata lê li hin gundên din jî rû daye û niha bûye diyarde.

Ednan Mûrad dibêje "Berî du rojan li Mabatayê welatiyê bi navê Elî Husên dema ku motorsîkleyê yek çûye nav rezê xwe, 3 kes çûn demançe kirin serê wî jê re gotine `emê motora te werbigrin` wî jî motor nedaye, bi hev ketin lihev xistin piştî wê bi demançeyê fîşekek li lingê wî dan û reviyan çûn. Yanî rûyên xwe digirin helbet bi ser bi grûpên çekdar ve ne lê ne bi cilên leşkerî ne bi cilên sivîl in. Berî wê jî dîsa li Kaxirê wexta kîrazan e, sebî didizin, bê der nebe, çûye xwe li nav baxçê xwe vegirtiye û li ber baxçê xwe radizê. Dîsa jî bi şev derinê wana jî xwe kîs kişandine serê xwe xwediyê baxçîe kurê wî jî pê re bûye, nifûsa wî jê birin, mobayl jê birin."

Bajarokê Mabata 15 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarê Efrînê dikeve. Nişteciyên bajarok kurdên Elewî ne û yek ji navendên Tevgera Neteweyî ya Kurdî bûye ji destpêka damezirandina yekemîn patiya siyasî ya kurd ve. 24 çar gundên herêmê girêdayî nahiyeya Mabata ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst