Mesrûr Barzanî mizgînî da xelkê Germiyan û Akreyê

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Akre Zanîngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku li navçeya Akreyê ya Duhokê û li herêma Germiyan a Silêmaniyê du zanîngeh dê bêne damezrandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 22ê Gulana 2023yan, serdana navçeyê Akrê kir û bi amadebûna Parêzgarê Duhokê Elî Teter, ligel qaymeqam û rêveberên herdu qezayên Akrê û Berdereş civiya û soza çend projeyan da.

Mesrûr Barzanî di gotareke xwe ya li navçeya Akrê de mizgîniya avakirina du zanîngehan li navçeya Akreyê û Germiyanê da.

Barzanî got: “Di demeke nêzîk de du zanîngeh li Akrê û Germiyanê têne damezrandin, da ku xizmetên gelek mezin ji xelkê wan navçeyan re bikin.”

Barzanî rexne li kompaniya ku îhaleya projeya ava Akrê bi dest xistiye, kir û got: “Kompaniya ku bi hikûmetê re peyman hebû, erkên xwe bi cih neanî. Ji ber vê sedemê me hişyariya xwe ya dawî daye kompaniyê ku eger ev projeya avê neyê cîbicîkirin emê biryareke nû bidin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku wî ligel hikûmeta Iraqê gelek hewl daye ku li ser pirsa budce, petrol û pirsên din ên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de bigihêjin rêkevtinekê û got: “Me hemû berpirsyariyên li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anîne, her erkekî ku ketiye ser milê Herêma Kurdistanê, û xelkê wê bi zêdeyî ve hatine kirin û em çaverê dikin Hikûmeta Federal sozên xwe bi cih bîne.”

Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn ku pesendkirina bûdceyê rê li ber sûdwergirtina aborî vedike û got: “2 meh in hinartina petrolê rawestiyaye, lê tevî vê yekê jî me mûçeyê karmendan daye.”

Barzanî tekez kir ku cîbicîkirina rêkeftinê, di heman demê de deriyê xêrê ji bo hemû Iraqê vedike û ew çaverê ne, projeyasaya budceya Iraqê bê cîbicîkirin.

Barzanî diyar kir ku ew pêşwaziyê li biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê da dike ku biryar da hilbijartinên parlamentoyê bên kirin û got: “Ez destxweşiyê li endamên parlamentoyê dikim ji bo wergirtina vê biryara girîng, çimkî bi rastî rewatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê dostên navxwe û derve dikeve jêr pirsyarê ku gelo baweriya xelkê Kurdistanê bi demokrasî û proseya hilbijartinan heye an na?”

Di beşeke din axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir biryara parlamentoya Kurdistanê wê yekê pişrast dike ku xelkê Kurdistanê bawerî  bi demokrasiyê û hilbijartinan heye û got: “Em hêvîdar in di dawiya îsal de ew hilbijartin bên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst