Şaredariyê dest danî ser 17 çêlekan

11-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dînarte Akre Çêlek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya nahyeya Dînarte ya navçeya Akrê îro danê sibehê dest danî ser 17 çêlekan û got, “Şêniyê nahyeyê bêzar kirine.”

Şaredarê Dînarteyê Neman Selîmxan ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya kampanyayên rojane yên ji bo jinavbirina ajeldariya li navenda nahyeyê de wan dest danîne ser çêlekan.

Neman Selîmxan destnîşan kir ku wan 24 demjimêr dem daye xwediyên çêlekan ku serdana şaredariyê bikin û cezaya xwe bidin ku ji bo kesên cara yekem ajelên wan tên girtin, di navbera 50 hezar û 100 hezar dînaran de ye lê cara duyem e ajelên wan tên girtin lewma dê ji bo her çêlekekê du qatî wî pereyî bidin.

Neman Selîmxan da zanîn ku li gorî qanûna hejmar 6 a rêveberiya şaredariyan ku di sala 1993an de hatiye derxistin û sererastkirin, ji bo ji holê rakirina diyardeya xwedîkirina ajelan a di nav bajêr de dest bi kampanyayekê kirine.

Ev ne cara yekem e ku li Dînarteyê şaredarî destdatîne ser ajelan, havîna borî li bajêr nêzîkî 40 çêlekan hatin komkirin û xwediyên wan hatin cezakirin.

Heger xwediyên çêlekan di nava 24 demjimêran de serdana wan nekin, şaredar da zanîn ku dê ajel li cihekî dûrî nahyeyê bên berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst