Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak got, “Dêrsim memleketê Qizilbaşan e, memleketê Kirmancan e. Ev der, welatê Kurdan e.”
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.
Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Dêrsimê ya giştî 89 hezar 317 e.
Nifûsa navenda Dêrsimê jî 41 hezar û 389 e.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Dêrsimê mafê dengdanê yê 24 hezar û 617 kesan heye.
Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de namzedê TKPyê Fatîh Mehmet Maçoglu bi rêjeya ji sedî 32,77an li Dêrsimê bûbû yekem.
HDP bi rêjeya 28,21ê bûbû duyem û CHP jî bi rêjeya 20,59an bûbû partiya sêyem.
Fatîh Mehmet Maçoglu vê carê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bûye namzed.
DEM Partî heta niha li Dêrsimê wekî partiya herî bihêz xuya dike û tê pêşbînîkirin ku di navbera wê û CHPyê de rikeberî hebe.
DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan ve Cevdet Konak kirin namzed.
TKPyê îsal Ozcan Saiısaltik û CHPyê jî Alî Mustafa Çelîk wekî namzed destnîşan kirin.
AK Partiyê sala 2019an li Dêrsimê ji sedî 14,06ê dengan wergirtin û vê carê Erkan Eroglu kir namzed.
Nmzedê DEM Partiyê yê Serokatiya Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.
Cevdet Konak da zanîn, “Osmaniyan 500 salî li vê erdnîgariyê zilm kiriye û 100 sal in jî Tirkiye zilmê dike.”
“Li çar aliyên Kurdistanê zilm heye”
Namzedê DEM Partiyê yê Dêrsimê amaje bi 20 salên ku AK Partî desthilat e da û got:
“Ev 20 sal in ku li Kurdistanê, li Dêrsimê feqîr û hejar ji destê dewletê bêzar in.
Zilma faşîzma AK Partiyê roj bi roj milet perîşantir dike. Feqîr, feqîrtir dibin.
Ev aliyê aborî ye, li aliyên din jî ev 20 sal in ku li serê van çiyayan agir bilind dibe.
Li serê her girekî qereqolek heye. Ev der hatiye dagirkirin, li çar aliyên Kurdistanê zilm heye.
Feqîr êdî nikarin nên bibin malên xwe, perîşan bûne, karmend perîşan in, karker perîşan in.”
Cevdet Konak bi bîr anî ku Dewleta Tirkiyeyê salên 90î gelek gundên Dêrsimê û got: “Milet çi kir? Ji Dêrsimê koç kir. Hinek man li Dêrsimê û yên din çûn.”
“Dewletê zanîbû ku van tiştan nekin dê Kurdistan ava bibe”
Konak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî Komara Tirkiyeyê hatiye damezrandin dewletê ji Sovyet û Balkanan gelek Tirk anîne û li Kurdistanê, bi taybetî jî li derdora Erzinganê bi cih kirine.
Cevdet Konak diyar kir, “Dewletê zanîbû ku van tiştan nekin dê Kurdistan ava bibe” û anî zimên:
“Dema sala 1923yan Tirkiye hat damezrandin pênc parlamenterên Dêrsimê hebûn lê faşîzma AKP-MHPyê planeke din danî.
Beriya ku Tirkiye bê damezrandin wan got em dê bi hev re bijîn, dê hizûr hebe, em we înkar nakin lê li Lozanê ev nebû.
Wan li Lozanê got, ‘Ev de Tirkiyeyê ye û yên li vêderê Tirk û Sunî ne’ lê li vê derê Qizilbaş hene.
Dêrsim memleketê Qizilbaşan e, memleketê Kirmancan e. Ev welatê Kurdan e.
Li nav axa Mezopotamya û Anadolê herî zêde Qizilbaş û Kirmanc li vê erdnîgariyê hene.”
“Em dê keda xwe ji wan bistînin”
Cevdet Konak ji bo planên DEM Partiyê yên ji bo xizmeta Dêrsimê jî got:
“DEM Partiyê ji Dêrsimê re 10 salak gelek xizmet kirin. Piştre wan qeyûm danî ser şaredariya me xizmetên me nîvco man.
Wê îktidara faşîst hemû keda me li ber avê bir, wan keda me pûç kir. Em dê hem keda xwe ji wan bistînin û hem jî xizmetê bikin.
Me ji bo jinan, mêran û ciwanan gelek xizmet kirin. Em dê dîsa wan xizmetan bikin.
Em dê bajarê xwe xweştir û şêntir bikin.
“Em neviyên Elîşêr in, em neviyên Zerîfayê ne”
Em dê li projeyên wan xwedî derkevin û wan xizmetên nîvcomayî bibin serî.
Me sed salî ji destên vê dewletê kişandiye. Em neviyên Elîşêr in, em neviyên Zerîfayê ne. Em neviyên Seyîd Riza ne.
“Bila ev jî ji we re bibe derd”
Dema Seyîd Riza hat îdamkirin wî çi got? Got, ‘Min bi zilma we re dernexist serî, ev ji min re bû derd lê min ji ber we serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd.’
Em neviyên wan in, rêya wan rêberê me ye.
Ev 50 sal in, agir bi welatê me dixin. Bi hezaran ciwanên me ketin binê vê axê.
Me soz daye û me gotiye, ‘Navê wê emaneta ku we daye me Kilîlka Koyê Dêrsimê ye. Wan Kilîlka Koyê Dêrsimê teslîmî neviyên xwe kiriye.
“Ewên ku ketine binê erdê emantên me ne”
Ev barê me ye ku em li vê emanetê xwedî derkevin.
Em dê hem ji miletê xwe re xizmetê bikin û hem jî li mîrata bav û bapîrên xwe xwedî derkevin.
Çi xizmeta pêwîst hebe em dê ji Dêrsimê re bikin û ewên ku ketine binê erdê emantên me ne.
Çi ji destê me were em dê texsîr nekin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse