DEM Partî li Dêrsimê bi ser ket: ‘Têkoşîna li dijî kesên ku dixwazin Dêrsimê bikin Tuncelî’

01-04-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Hilbijartin DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê piştî ku encamên destpêkê yên hilbijartinan diyar bûn alîgirên DEM Partiyê dest bi pîrozbahiyan kir.

Roja yekşemê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî hatin kirin.

DEM Partî salên dirêj li Dêrsimê bi ser diket lê sala 2019an Partiya Komunîst a Tirkiyeyê bi ser ketibû û şaredarî bi dest xistibû.

Piştî 5 salan DEM Partî dîsa bi ser ket û Şaredariya Dêrsimê bi dest xist.

Şaredarê nû Cevdet Konak destnîşan kir ku hilbijartin şerê Dêrsim û Tunceliyê bû.

 Berbijêrê DEM Partiyê Cevdet Konak got:

“Dêrsimiyên hêja, tişta ku divê şanazî pê bê kirin kevneşopiya we ya têkoşînê ye. Tişta ku divê şanazî pê bê kirin hêza we ya têkoşînê ye.

Tişta ku divê şanazî pê bê kirin ew e, têkoşîna we ya demokratîk a li dijî wan kesên ku dixwazin Dêrsimê bikin Tuncelî.”

Xelkê Dêrsimê jî ji bo serkeftina DEM Partiyê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Welatiyê bi navê Alî Yildirim kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

“Hemû serokên me li hundir in û em di rojeke wiha de kêfxweş bûn.

Em silavên xwe ji yên di girtîgehan de ne re dişînin û em dê rêya wan bişopînin.”

Welatiya bi navê Esma Yilmazê jî da zanîn:

“Gelê me ev roja xweş dît, li ser xêrê be ji her kesî re, her kes heta dawiyê şad be. Me Dêrsima xwe vegerand, ev besî me ye.”

Li gorî amarên nefermî li Dêrsimê DEM Partiyê ji sedî 40,22yê dengan, CHPyê ji sedê 33,33yê dengan û AK Partiyê jî ji sedî 13,34ê dengan bi dest xistine.

Herwiha li navçeyên Mazgird, Pilemûriye, Pilûr û Qisleyê CHP, li navçeyên Çemîzgezek û Pêrtagê AK Partî û li navçeya Xozatê jî Partiya Çep bi ser ket.

DEM Partiyê li ti navçeyeke Dêrsimê şaredarî bi dest nexist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst