Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan roja Çarşemê 22ê Adara 2023an li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji ber li ser zeviyê lihev nekirine di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbûye û di encam de kesê bi navê Hasan Û. Li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo nexxweşxaneyan hatine veguhestin.
Li gor zanyariyan girêdayî bûyerê 12 kes hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse