Amed: Hilweşandina avahiya Galerîayê hate rawestandin

22-02-2023
RÛDAW
Nîşan Avahiya Galerîayê Galerîa Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karûbarên hilweşandina avahiya Galerîayê ya li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi sedema ku 14 ajel bi saxî tê de mane hatin rawestandin.

Bi hevahanegiya  Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê û Şaredariya Bajarê Mezin li navçeyên bajêr ên Sûr, Yenîşehir û Rezan xebatên hilweşanddina  35 avahiyan didomin  ku di erdeheja 6ê vê mehê de zereke giran gihiştibû wan.

Navenda Kar a Galerîayê û sîteya ser wê yek ji wan avahiyan bû ku zerereke giran gihiştiye wê û îro roja Çareşemê 22ê Sibata 2023an de karûbarên hilweşandina wê destpêkiribûn, lê derdora 14 ajelên xwediyên xaniyên di wê avahiyê de bi saxî di wê avahiyê de mane. Xwediyên wan ajelan nerazîbûn nîşanî karên hilweşandinê  dan. Piştre hejmarek parlamenterên HDPê çûn cihê bûyerê û karûxebatên hilweşandina avahiya Galeria hatin rawestandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de peyamek belav kiriye û dibêje: “Di encama hewildanên parlamenterên me de ji bo rizgarkirina 14 ajelên di bin kavilê avahiya Amed Galeriayê de mane karên hilweşandinê hatin rawestandin. Em ji bo rizgarkirina ajelên ku birçû û tîn di bin kavilan de mane li rêyên çareseriyê digerin.”

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş ameje bi wê yekê da ku ew ji bo rizgarkirina wan ajelan li rêyên çareseriyê digerin, lê cihê ku ajel têde asê mane metirsîdar e.

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş got, “Me peywendî kiriye û karûbarên hilweşandinê hatin rawestandin. Ji îro û şûnde karên hilweşandinê hatin rawestandin. Lêkolînek tê kirin û em li rêyên çareseriyê digerin. Me jî  ligel tîman gotûbêj kiriye ku em çawa dikarin ajelên di hindir de rizgar bikin. Gotûbêj hê jî  berdewam e.  Me pêşniyar kir ku xwebexşên berî niha çûne wê derê û karên lêgerînê kirine wan rizgar bikin, lê ew jî dibêjin metirsiya jiyanê gelek zêde ye. Nîgeraniyek wan heye ku ew der ne saxlem e. Em ne li vê derê jî bin  em dê heta dawiyê ligel we vê proseyê bişopînin.. Ji ber ku em li navçeyên din ên erdhejê jî kar dikin, lê niha rawestandina karûbarên hilweşandinê girîng e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst