Lêkoler hişyariyê li ser nemana zimanê Kurdî didin

22-02-2020
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Bakurê Kurdistanê metirsiyekî mezin li ser zimanê Kurdî heye
Li Bakurê Kurdistanê metirsiyekî mezin li ser zimanê Kurdî heye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li gor raporên navendên rapirsî û lêkolînan, metirsiya lawazbûn û mirina Kurdî li Bakurê Kurdistanê hêjayê baldariyê ye û ji ber fîşarên li ser Kurdan û çanda Kurdî her diçe Kurd ji zimanê dayîka xwe xwe dûr dikevin.

21ê Sibatê li tevahiya cîhanê weke 'Roja Zimanê Zikmakî' ango weke 'Roja Zimanê Dayîkê' tê qebûlkirin û pîrozkirin.Zimanê Dayîkê, ku li ser rûyê cîhanê herî zêde pêdiviya Kurdan pê heye. Bi gotineke din miletê herî qerebelix ku ji alî mêtingerên xwe ve hatiye asîmîlekirin.

Pêşî em binêrin ka ew roj ji ku tê û sedem çi ye ku 21ê sibatê weke 'Roja Zimanê Zikmakî' tê qebûlkirin.

Di 21ê Sibata 1952an de li  peştextexta Bangladeşê bajarê Dakayê, Tevgera Zimanê Bengalî bi beşdariya xwendevanan çalakiyekê lidardixin û ji Pakîstanê daxwaz dikin da ku Bengalî jî bibe zimanê fermî û qedexeyên li pêşiya elifbeya Bengalî rabin. Lê asayîşa Pakistanê êrîşî xwendevanan dike û bi dehan kes têne kuştin.

Ji bo bîranîna van xwendivanan her sal li wî welatî çalakiyên bîranînê birêve diçûn. Ta sala 1999an. UNESCO ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî di sala 99an de biryar da û 21ê sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî qebûl kir. Ji ber ku mijar ji hêla Kurdan ve germ e, di be ku ev roj herî zêde di rojeva Kurdan de bi berfirehî cîh bigire. Di vê rojê de jî li her çar perçeyên Kurdistanê, kêşe û metirsiyên li pêşiya zimanê Kurdî careke din weke gefekê têne rojeva Kurdan.

Fîlozofê Avûsturyayî yê bi navê Wittgenstein dibêje ku sînorê zimanê min di heman demê de sînorê cîhana min e, ev gotin bi serê xwe dide nîşan ku ziman, ji bo mirovan ne tenê alavekî têgihîştinê ye, ziman di heman demê de hizr û bîr e.

Ziman herwisa heyîneyeke zindî ye, di dîroka mirovahiyê de bi sedan ziman di demeke dirêj de derketine geş bûn e; lê hîn ji wan zimanan ji ber ku bikaranîna wan kêm bûne yan  mirine an jî  ji bermayîyê wana zimanên din derketine; bi kurtasî li gor yasayên fîlolojiyê ziman dema ku axêferê wê kêm bibe lawaz dibe, dema ku axêferê wê nemînin ew jî namzetê mirinê ye.

Li gor raporên navendên rapirsî û lêkolînan, metirsiya lawazbûn û mirina Kurdî jî li Bakurê Kurdistanê hêjayê baldariyê ye, Ji ber rewşa Kurdan a sosyopolîtîk û di encama asîmîlasyon û otoasîmilasyonê de herwisa fîşarên li ser çanda Kurdî, Kurd her diçin ji zimanê dayîka xwe xwe dûr dikevin.

Derbarê mijarê de lêkolîner Reha Rûhavîoglu ji Rûdawê got: “Her çend di warê disîplîna zanistiya rapirsî û lêkolînan de hejmara kompaniyên Bakurê Kurdistanê gelek kêm bin jî, van salên dawî çend kompaniyên navendên lêkolînan  xebatên ciddî  li ser  metirsiya asîmîlasyona Kurdan û zimanê Kurdî encam didin."

Raporên dawî didin nîşan ku rewşa Kurdî li Bakurê Kurdistanê her diçe pileya metirsiyê zêde dike.

Civaknas Şêxmûs Sefer jî dibêje: “Di heman raporan de xuya dike ku nifşên nû her diçe dikevin bin bandora zimanê desthilat li Bakurê Kurdistanê. Kurdên ku temenê wan 60 salî ne bi Kurdî diaxifin, lê jenersyona 15- 20 salî tenê dibêjin em Kurd in dema dibêjin em Kurdin jî vê yekê bi Tirkî dibêjin"

Rapora Nevanda Lêkolînan  a Sosyopolîtîkê li 16 bajar û 49 bajarokên Bakurê Kurdistanê ku bi 5600 kesan re  kiriye eşkere dike: % 78.8  nasnameya xwe wek "Kurd" pênase dikin,  % 69.9 di nav malê de bi Kurdî diaxifin,  % 59.9 li dervayê malê bi Kurdî diaxifin û  % 11.8 li saziyên dewletê bi Kurdî diaxifin.

Zarok TV tekane televîzyona zarokan e li Bakurê Kurdistanê, di vê televîzyonê de bi sedan kartonfîlmên Tirkî û bîyanî ji Kurdî re têne dûblajkirin. li hemberê vê televîzyonê 13 kanalên zarokan yê Tirkî hene ku di warê teknîk û teçhîzatê de ji Zarok Tvyê gelek pêşketîtir in; ango Zarok TV bi 50 xebatkarên xwe hevberiya bi milyon dolar sermaye, zimaneke standart, perwerdehiya bi zimanê Tirkî û polîtikayên asîmîlasyonê dike.

Rêvebirê Zarok TVyê Mihemed  Çakmak jî wiha axivî: “Zarok TV çiqas hewla fêrîkirina Kurdî bike jî  îstatîstîk didin nîşan ku zarokên Kurdan li nav mala wan kîjan ziman were bikaranîn ew  zimanê li derva bikartînin. Herwiha rapirsî didine nîşan ku Kurd çiqas dewlemend dibin zimanê xwe jî bêhtir ji bîr dikin û bi kar naynin; ango zimanê dayîka Kurdan dibe zimanê feqîr û hejaran."

Saziya Navdewletî UNESCO yê di sala 2008an de atlaseke bi navê "Zimanên li ber Mirinê" belav kiribû, Saziya li ser Neteweyên Yekbûyî di vê atlasê de bal dikşîne ser wê yekê ku di cîhanê de 6 hezar û 700 ziman hene û ji van zimanan 2 hezar û 400 li ber mirinê ne û ji van zimanan 18 ziman li Tirkiyeyê bi kêmanî bin jî têne axaftin. Herwiha dimilkî ya  dîyalekta Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku metirsiya mirinê li ser e.”

Dibe ku metirsiya li ser Kurdî ya li bajarên Tirkiye, ji ya li Bakurê Kurdistanê zêdetir û mezintir be. Ji ber ku nifûsa Kurdan ya ku li bajarên Tirikye dijî zêdetir e ji ya li Bakurê Kurdistanê. Axaftin, danûstandin, dîtin û bihîstina bi kurdî jî li bajarên Tirkiye lawaztir, talûketir û kêmtir e li gorî Bakurê Kurdistanê.

Bo mînak gelek caran tenê ji ber axaftina bi Kurdî êrîşên ku di encamê de mirin jî heye qewimîne. Talûkeya li kuçeyên Tirkiye di hundirê malên Kurdan de jî bandoreke mezin dike û zarok fêrî zimanê xwe nabin. Tevî ku tu lêkolîn taybet bi Kurdên li bajarên Tirkiye nehatine kirin jî, li gor texmînan kurdên ku di malên xwe de bi zarokên xwe re bu kurdî diaxivin li bajarên Tirkiye kêmdir e ji sedî 10an. Kurdî axaftin her ku diçe kêm dibe.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li ser rûyê erdê derdora 7 hezar ziman hene lê ji sedî 40ê wan di bin xetereya tunebûnê de ne. Ji ber ku her du hefteyan zimanek dimire, ji diçe yan jî wenda dibe. Yek ji wan zimanan jî bêguman kurdî ye ku nifûsa kurdan li gorî hin lêkolînan li tevahiya cîhanê ji 40 milyonî derbas bûye. Netewa herî mezin ya bê dewlet kêlî bi kêlî ji yekemîn pîvana netewebûn an go milletbûnê bi dûr dikeve. Bi gotineke din, sînorê cîhana xwe, radestî xeyalên zimanekî din dike.

Li gorî madeyê 42yê destûra bingehîn zinamê zikmakî yê welatiyên Tirkiye, Tirkî ye û perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Tenê di çarçoveya peymana Lozanê de pêkhateyên din dikarin perwerdeya zimanê xwe bidin. Lê ji ber ku Kurd weke pêkhateyeke din nayên qebûlkirin, ew derfet ji bo Kurdî nîne. Di çarçoveya yasayên goncivandina bo endamdiya Ewropayê  de di sala 2003an de destûr hate dayîn da qursên fêrkirina kurdî jî vebin. Lê bi hincetên siyasî deriyê wan jî hate girtin. Niha Kurd dikarin bi komele û saziyên cihê zimanê xwe bidin fêrkirin, lê li tu qadên siyaset û fermiyetê, rêvekirineke li pêşiya kurdî qedexe ye.

Dîsa li gorî rapora UNESCO li Tirkiye di halê hazir de 39 ziman zindî ne. Lê 18ê wan yan mirine yan li keviya mirinê ne. Yek ji wan jî bêguman Zazakî ye.

Aqubeta ku li serê kurmancî hatiye, weke xetere û gefeke mezintir rê li Zazakî girtine. Rewşa kurdên zaza û pêwendiya wan ya bi zimanê xwe re xirabtir e ji ya kurmancan. Kurmancî bi saya televizyon, rojname û hemû derfetên din ên serdemê li ber xwe dide da nemire. Lê Zazakî ango kirdki, Dimilkî, tu amûreke xwe ya berxwedanê jî nema ye.

Chrîs Molesey dibêje; "Zimanê ku tu pê xewnan dibînî, difikirî û heta ramanên ji zimanên din bê hemdî werdigerînî, zimanê te yê zikmakî ye".

Wate, him li Bakurê Kurdistanê û him jî li Tirkiye bi milyonan zarok û mezinên Kurd, bêhay û dûr in ji zimanê xwe. Ango xewn û xeyalên ku ew dibînin ên biyaniyan in. Ango biyanîbûna xwe bixwe. Biyanîbûna ku her roj qewmekî bindest dûr dixe ji kok û çand û dîrok û miletbûna xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst