AMED - Pevçûna du malbatan: Kuştî û birîndar hene

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûn Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Surê ya Amedê ji ber zeviyan di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

Li mezraya Pîrhuseyînê ya navçeya Surê ya Amedê ji ber pirsgirêkên zeviyan du malbat bi hev ketin û bi dar û keviran li hev xist.

Di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Birîndarê bi navê Veysî Î.yê 30 salî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tevî hewildanên bijîşkan canê xwe ji dest da.

Ji bo di navbera malbatan de dîsa pevçûn dernekeve cendirmeyan li mezrayê tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst