Li Amedê minîbûs wergeriya: 15 kes birîndar bûn

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 15 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro minîbûsa rêwaiyan ku û ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê diçû Amedê, li navçeya Çinarê ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de 15 kes birîndar bûn û birîna yek ji birîndaran dijwar e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û nexweşxaneyên li navenda bajarê Amedê.

Li aliyê din qeymiqamê navçeya Çinarê Muhammed Fatih Gunlu çû cihê bûyerê û derbarê bûyerê de zanyarî wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst