Amerîka îsal jî tovê genim dişîne Rojavayê Kurdistanê

21-12-2022
Hisên Omer
Amerîka îsal jî tova genim dişîne Rojavayê Kurdistanê
Amerîka îsal jî tova genim dişîne Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Genim Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Amerîkî ya Geşepêdanê îsal jî tovê genim dişîne Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê. Sala derbasbûyî jî Amerîkayê 3 hezar ton tova genim radestî Rêveberiya Xweser kiribû.

Endazyarê Çandiniyê û pisporê geşepêdana berhemên çandiniyê Lamih Mihemed ji Rûdawê re got şandina tovê genim ji bo Rojavayê Kurdistanê krîza kêmbûna tov sivik dike û wê berhem û dahata genim jî baş bike.

Amerîkayê careke din tova  çandina genim pêşkêşî navçeyên Rêveberiya Xweser kir.

Ajansa Amerîkî ya Geşepêdanê îsal jî tibabek tova  genim bo Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê şandiye.

Endazyarê Çandiniyê û pisporê geşepêdana berhemên çandiniyê Lamih Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got şandina tova  genim ji bo Rojavayê Kurdistanê krîza kêmbûna tov sivik dike.

Endazyarê Çandiniyê Lamih Mihemed anî ziman, “Ev tova ku Rojavayê Kurdistanê re dişîne bi rastî jî girîng e ku kêmbûna tov heye û ji bo pêdawîstiyên çandiniyê. Bi giştî kêmbûna tov li vî alî heye ku çandiniya genim gelekî girîng e li Rojava. Ez dibêjim bi giştî rê li ber kêmiyê nagire lê dê alîkariya beşeke cotkaran bike.”

Lamih Mihemed her wiha destnîşan kir ku radestkirina tov ji aliyê Amerîkayê ve dê berhem û dahata genim jî baş bike.

Endazyarê Çandiniyê Lamih Mihemed got, “Bê guman dema ev tov radestî Rojava û cotkaran were kirin wê berhem zêde bibe.”

Rêveberiya Xweser piştevaniya 360 projeyên çandiniyê li Amûdê, Til Berak, Til Hemîs, Reqa û Dêre Zorê kiribû.

Par sal jî Amerîkayê 3000 ton tova  genim radestî Rêveberiya Xweser kiribûn lê Hikûmeta Sûriyê îdia kiribû ku ew tov xirab e û dibe sedema belavbûna nexweşiyên çandiniyê.

Di daxuyaniyekê de USAID ragihandiye ku ew tova  hatiye şandin çend test li ser hatine kirin ji bo dilniyabûn ji pakî û bêderdiya wê. USAIDê gotiye ku ew tekez dike hemû berhemên çandiniyê yên ku tên pêşkêşkirin li gor şert û mercên xwecihî guncav in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst