Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê 30 zarok bi hev re hatin sinetkirin.
Gerînendehiya Herêmî ya Weqfan a Amedê 30 zarok bi hev re dan sinetkirin û ji wan re merasîmek amade kir.
Zarokan li ser Pira Dehderî pivdank berdan hewayê, reqisîn û paşê jî li nava bajêr geriyan.
Alîkarê Parêzgar Îlyaz Ozturk, Qaymeqamê Sûrê Asim Solak, Endamê AK Partiyê Alî Karataş, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Mehmet Raşît Ocak, midûrên hinek saziyan û malbatên zarokan beşdarî merasîma sinetkirinê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse