Li Amedê polîsan şkence li zarokekî kir: Parêzgariyê daxuyanî da

21-03-2024
Nîşan Amed Polîs Şkence Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan şkence li zarokekî 17 salî kir.

Li gorî agahiyan, doh berê êvarî Efecan E. û du hevalên wî li Cadeya Firatê bi otomobîlê li polîsên bimotorsîklet xist.

Di bûyerê de polîsek bi sivikî birîndar bû.

Efecan E. û hevalên wî ji ber ku tirsiyan ji cihê bûyerê reviyan.

Polîsan piştre Efecan E. û zarokekî din desteser kirin û ew birin Şaxa Zarokan a Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Polîsan di otomobîla desteserkirinê de şkence li Efecan E. kir û bi copan serê wî şikand.

Serê Efecan bi sê cihan şikest û ew li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubiyê hat dermankirin.

Li hêla din, eger heye ku xwîn here ser mêjiyê wî û di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Parêzgariyê daxuyanî da

Parêzgariya Amedê piştî ku bûyer derket holê daxuyaniyek da.

Parêzgariyê detsnîşan kir, “çend birînên Efecan ên biçûk û sivik hene” û da zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî û îdarî hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst