Li Qersê di cejnê de jî berf barî

21-04-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Bakurê Kurdistanê Berf Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ve di roja yekemîn a Cejna Remezanê de berf bariye û kûlîlkên ku di hewayê biharê de vekiribûn di bin berfê de mane. Dîtina mesafeyê kêm bûye û hişyarî hatiye dayîn ku di çûnûhatinê de tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li navçeya Qamûşanê ya Qersê ji şeva borî ve berf dibare û piştî wê jî mij û moran çêbûye.

Li gundê Handere ku 10 kîlometre dûrî navçeyê ye û bilindahiya wê zêdeyî 2 hezar metre ye berfek zêde bariye û mesafeya dîtinê jî heta 20 metreyî kêm bûye.

Saziyên peywendîdar ragihandine ku di Cejna Remezanê de bi taybetî di çûnûhatinê de welatî hişyar bin.

Di heman demê de Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baran û bahozê daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst