Li Bakurê Kurdistanê berfê rêya bi sedan gundan girt

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan Berf Bakurê Kurdistanê Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike û ji ber berfê rêyên bi sedan gundan hatin girtin.

Li bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê berf û bagerê rêya 472 cih û waran girt.

Wan

Li Wanê duh piştî baranê, êvarî berfê dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber rewşa hewayê di çûyîn û hatinê de pirsgirêk çêbûn.

Li wî bajarî berf û bagerê rêya 272 cih û waran girt.

Ekîbên berfê yên şaredariyê ji bo vekirina rêyên tax û mezreyan xebat da destpêkirin.

Li ser kolan û rêyên navenda bajêr xebatên paqijkirina berfê tên kirin.

Colemêrg

Li gorî agahiyên Îdareya Taybet a Bajêr, berf û bagerê rêya 32 gund û 112 mezreyan girt.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomîne.

Ekîbên şaredariyê û rêbejan jî berfa kolanên sereke û rêyan paqij dikin.

Bedlîs

Rêvebirê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajarê Bedlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku berfê rêya 15 gundan girtiye.

Umît Kurtkan da zanîn ku ji bo vekirina rêyan tîmên pêwendîdar dixebitin.

Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir, berfê rêyên 41 gundên Mûş û navçeyên wê girtine.

Şeyhmus Yentur got ku ji bo welatî mexdûr nebin, ew dê di demeke kin de rêyan vekin.

Bi gotina Şeymus Yentur ji bo rewşên acil ekîb amade ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst