Gever (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, piştî 10 salan, qaymeqamiyê destûr da ku pîrozbahiyên Newrozê li qada werzişê ya bajêr bên kirin.
Heta niha, Newroz li deştê yanî nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî navçeyê dihat pîrozkirin.
Li qada werzişê ya bajêr, nêzîkî 30 hezar kesî ahenga Newrozê pîroz kir.
10 sal bûn her cure çalakî li Qada ku Newroz lê hat pîrozkirin hatibûn qedexekirin û xelkê navçeyê çalakiyên xwe li deştê li dar dixistin.
“Gelê me gelekî bi kelecan e”
Hevserokê Şaredariya Geverê Şoreş Dirî ji Rûdawê re ragihand:
"Piştî 10 salan em careke din li qada werzişê Newroza xwe pîroz dikin. Gelê me gelekî bi kelecan e, bi taybetî jî peyama Birêz Ocalan kelecana xelkê me zêdetir kiriye.
Em careke din Newrozê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin."
Bi giştî li pîrozbahiyên Newroza îsal li parêzgeha Colemêrgê û bi taybetî jî li Geverê, qadên Newrozê ji bilî alayên DEM Partiyê heman demê bi alayên Kurdistanê jî hatine xemilandin.
Xelkê navçeyê jî di peyaman de herî zêde daxwaza aştî û aramiyê dike.
“Êdî bes e”
Emer Geverî got, "Em ji hemû Kurdan û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê serkeftinê dixwazin. Êdî bes e. Em jî dixwazin bi mal û zarokên xwe re bi aştî û aramî bijîn."
“Bijî Kurd û Bijî Kurdistan”
Zerîfa Rojda Elbaşê got: "Ez di destpêkê de Newroza Rêber Apo û Rêber Mesûd Barzanî û hemû serokên Kurdan pîroz dikim. Newroza Kurdan pîroz be. Bijî Kurd û Bijî Kurdistan."
“Serkeftinê ji bo Kurdistanê dixwazim”
Rojvan Agir jî diyar kir, "Ez silavan ji bo Başûr û Rojava û hemû Kurdan dişînim. Newroza hemû Kurdan pîroz dikim. Serkeftinê ji bo Kurdistanê dixwazim."
Newroz îsal li parêzgeha Colemêrgê û navçeyên wê di bin atmosfereke aram de hat pêşwazîkirin û li gorî salên borî tedbîrên hêzên ewlehiyê jî kêmtir bûn.
#VÎDEO - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwan qada Newrozê dihejînin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 20, 2025
#Newroz #Newroz2025 pic.twitter.com/8vmv9kvNOh
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse