Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Newroz bi rêya peyamekê pîroz kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe destnîşan kir ku dê gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî Newroza xwe li axa xwe bi awayekî azad pîroz bikin.
“Ev yek jî dê bi yekîtîya neteweyî ya Kurdî pêk bê”
Peyama Mezlûm Ebdî ya ji bo Newrozê bi vî rengî ye:
“Cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz be.
Em di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tekez dikin ku dê gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî Newroza xwe di nava ewlehî û azadiyê de li bajarên xwe pîroz bikin.
Ev yek jî dê bi yekîtîya neteweyî ya Kurdî pêk bê, bila ev sala Kurdî jî bibe derfetek ji bo vê armancê.
Newroz sembola vejîn û azadiyê ye.
Bijî Newroz…”
Cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz be.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) March 20, 2024
Em di Hêzên Sûrîyeya Demokratîk de tekez dikin ku wê gelê Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî Newroza xwe di nava ewlehî û azadîyê de li bajarên xwe pîroz bikin.
Ev yek jî wê bi yekîtîya netewî ya Kurdî pêk bê, bila ev sala Kurdî…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse