Polîsan midexaleyê çalakiya Newrozê ya PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin

21-03-2023
RÛDAW
Nîşan Newroz PAK PSK TDK-TEVGER Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demorat a Kurd (TDK-TEVGER) 20 Adarê li Qada Şêx Seîd a Amedê Newroz pîroz kirin. Polîsan midexaleyê çalakiyê kirin.

TDK-TEVGER û PAKê li Meydana Şêx Seîd a Amedê qurbaniyên erdhejê bibîranî û daxuyaniyeke Newrozê jî dan.

Beriya pîrozbahiyê polîsên Rêveberiya Amedê, li Qada Şêx Seîd ewilî xwestin rê li ber çalakîyê bigirin. Lê endamên PSK, TDK-TEVGER û PAKê û beşdarên çalakîyê çalakîya xwe berdewam kirin.

PSK, TDK-TEVGER û PAKê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de dibêjin: “Piştî ku polîsan nikarîbûn çalkiyê asteng bikin, vê carê xwestin  pêşiya Alaya Kurdistanê bigirin. Lê çalakvanan ev midaxaleya polîsan jî berteraf kirin.Herî dawî polîsan xwestin  dest danin ser Alaya Kurdistanê. Lê rêvebirên PSK, TDK-TEVGER ev midaxaleya jî protesto kirin û çalakiya xwe berdewam kirin.”

Li ser navê TDK-TEVGER, PAK, PSKê Berdevkê PAKê Hanîfî Turan di destpêkê de kurte axaftinek kir.

Hanîfî Turan ev midaxaleya polîsan protesto kir û got Ji ber ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye, ev midaxaleya Alaya Kurdistanê jî ne yasayî ye. Ez bangî hemû rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikim da ku dest ji vê helwesta xwe ya li himberî Alaya Kurdistanê berdin. Em îro ji bo pîrozbahîya Newrozê li vê derê ne. Ji ber erdheja 6ê sibatê,  gelê me îsal bi êş û xem û birînên xwe pêşewaziya Newrozê dikin. Em jî wek TDK-TEVGER, PAK, PSKê, ji ber vê rewşa awarte û xembar, îsal ne wek şahiyekê, bi rezgirtina êş û xemên gelê me û bi mane û armanca wê ya neteweyî  em Newrozê  pîroz dikin.”

Li ser navê heman rêxistin û partiyan Rêvebirê PSKê Serhad Amedî bi zaravayê Kurmancî, Endamê Meclîsa PAKê M.Alî Yilmaz jî bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî daxuyaniya hevbeş a Newrozê xwendin.

Di daxuyaniya xwe de dibêjin: “Gelê me yê  Amedê yê li dor û bera Qada Şêx Seîd bertek û nerazîbûna xwe li himber midaxaleya polîsan nîşan dan û eleqeyeke germ nîşanî vê pîrızbahîya Newrozê dan.

Beşdarên çalakiya Newrozê  li ber afîşên Newrozê ji bo însanên ku di erdheja 6ê sibatê de jiyana xwe ji dest dane mûm pêxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst