Tirkiyê devereke Batîfa topbaran kir

21-03-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Batîfa Kurd Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Topxaneya Tirkiyê navçeyeke nahiya Batîfa topbaran ku xelk ji seyranê lê kom bûbû.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, artêşa Tirkiyê seyrangeheke nahiya Batîfa topbaran kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, 4 top li seyrangeha gundê Bankabinî li sînorê nahiya Batîfa li qezaya Zaxo ketin.

Peyamnêrê Rûdawê tekez jî kir ku wê topbarana Tirkiyê tirs li nava xelkê navçeyê belav kiriye.

Qayimqamê Qezaya Zaxo bi wekalet Dilşêr Ebdulsitar ji Rûdawê re ragihand, “4 top li seyrangeha gundê Bankabinî li sînorê nahiya Batîfa li qezaya Zaxo ketin.”

Qayimqamê Zaxo bi wekalet Dilşêr Ebdulsitar aşkere jî kir ku heta niha ti ziyaneke topbaranê nebûye.

Hekîm Xazî ku niştecihê wî gundê bûye armanca topbarana Tirkiyê ji Rûdawê re got, ji ber wê topbaranê xelkê ku bo seyrangehê neçar man ji wê deverê biçin û ragihand “ji ber topbaranê hejmarek zarok winda ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst