Li Amedê kirîna xaniyan bûye xewn

11-05-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Amed Xanî Kirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li seranserî bajarê Amedê ev 3 sal in xebatên lêkirina avahî û xaniyan ji sedî 90 kêm bûye.

Herçiqas serjimariya Amedê gihiştiye derdora 2 milyonî jî lêkirina xaniyan berovajî zêdebûna serjimariyê kêm dibe.

Li gorî Ozgur Mehmetoglu ku 20 sal in belênder e û rêveberê odeya bazirganiyê ye, sedema lênekirina xanî û avahiyan bi qeyrana aboriyê û enflasyonê ve girê dide.

Di serî de hesin û çîmento, 700 kelûpel û amûrên lêkirina xaniyan qat bi qat bihatir bûne.

Li gorî Mehmetoglu, vê yekê wisa kiriye ku ji 500 belênderan tenê 20 kes karibin projeyên xwe berdewam bikin.

Projeyên din hemû rawestiyane.

“Welatî nikarin ji bankan pere bistînin”

Rêveberê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Ozgur Mehmetoglu got:

“Welatî nikarin ji bankan pere bistînin û herin bi wî pereyî ji xwe re xaniyan bikirin.

Xitimandina xala yekem ji vê derê tê. Xala duyem jî ev e, di çêkirina avahiyan de amûrên ku têne bikaranîn gelekî biha bûne.

Ev jî dibe sedema xitimandina herî mezin.”

Belênder ji rawestîna projeyan û kesên di kirê de jî ji bihabûna xaniyan nerazî ne.

Piraniya kirêciyan dibêjin ew êdî di xewên şevan de jî nikarin xaniyan bikirin.

“Qewet tunebe, mirov çawa xaniyan bikire?”

Welatî Fatma Mazdayê got:

“Qewet tune ye. Qewet tunebe, mirov çawa xaniyan bikire?”

Welatî Remzî diyar kir, “Kes nikare. Ez memûr im, em du kes dişixulin, ez nikarim bikirim.”

Welatî Îslam Gunduz jî ragihand, “Bi her awayî bihabûn heye, tiştek nayê kirîn.”

“Mirov nikare bibe xwedî xanî”

Welatiyekî din jî li ser kirina xaniyan wiha anî ziman, “Na. Mirov nikare bibe xwedî xanî.”

Welatî Gênco Gur got, “Ka ne pereye kesî heye û ne dikare bigire.

Ji milyonek û nîv çûne çaran, pênç milyonan. Ka dê mirov çawa bikire?”

Welatî Mizbeh Ok jî got, “Hem kirê biha ye û hem jî xanî biha ne. Gelekî zehmet e. Xwedê sebrê bide xelkê.”

Welatî Yûsif Yalçinkaya wiha axivî, “Bi şexsê xwe ev çar sal in zewicandî me, zarokekî min jî heye.

Çavê min bi tu şiklî ji min nabire. Bi tu şiklî.”

Li gorî pisporan, heta enflasyona li Tirkiyeyê nebe yek hejmar, qeyrana aboriyê dê her berdewam bike.

Ev yek jî dê herî zêde xwe di sektora avahiyan de bide der.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst