Li Merîwanê qeza: 2 Kurdên ji Başûr mirin

5 demjimêr berê
Nîşan Merîwan Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du Kurdên ji Başûrê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de mirin.

Qezayê şeva borî li navbera Deriyê Sînorî yê Başmaxê û bajarê Merîwanê rû da.

Li gorî agahiyan, du otomobîlan li hev xist û 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji şahidan wergirtine, her du kesên ku mirine ji Başûrê Kurdistanê ne û ji bo gerê çûne rojhilatê welêt.

Her du birîndar jî ji Rojhilatê Kurdistanê ne û yek ji wan ji Seqizê yê din jî ji Serdeştê ye.

Hat zanîn ku her du term li Saziya Bizişkiya Dadî ya Merîwanê ne.

Li gorî amarên Saziya Bizişkiya Dadî ya Îranê, îsal ji 21ê Adarê heta 21ê Tîrmehê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 6 hezar û 262 kes mirine û 127 hezar û 350 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Logoya HSDyê / Wêne: Rûdaw Grafîk-Arşîv

HSD: 5 çete hatin kuştin

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatin dagirkirin