Li Dêrikê birîna elektrîkê jiyan vegeriyandiye sed sal berê

20-11-2023
Hisên Omer
Ji ber birîna elektrîkê  gundî li tenûr, tifik û sêkuçkan vegeriyane
Ji ber birîna elektrîkê gundî li tenûr, tifik û sêkuçkan vegeriyane
Nîşan Herêma Aliyan Dêrik Rojavayê Kurdistanê Birîna Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aliyanê ya herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, elektirîk li ser çend gundan bi temamî hatiye qutkirin.

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re ragihandin, “Bi biryara berpirsên rêveberiya Rimêlanê ji 29ê Çiriya Pêşînê ve elektrîk bi temamî li ser wan gundan hatiye birîn.

Birîna av û elektirîkê ji ser çend gundên navçeya Aliyanê ya herêma Dêrêkê, rewşa xizmetguzariyên herî serek bi temamî têk daye.

Şêweyê jiyana welatiyan, sed salî berû baş ve hatiye vegerandin.

Li gorî dîmenên ji nav gundekî navçeyê nêzîkî bajarokê Çilaxe hatine kişandin û ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin, gundî beroşên xwe didin ber baranê da ku pêdawîstiyên xwe ji avê dabîn bikin.

Mihemed Şerîf Birhik helbestvan û endamê xwecihiya Şehîd Nisredîn Birhik a ENKSyê ya li Çilaxeyê welatiyekî vê navçeyê ye.

Mihemed Şerîf Birhik ji ber birîna elektirîkê û avê derbarê rewşa zehmet a gundiyan ji Rûdawê re axivî.

“Yê ku ji vî welatî nereviyaye poşman bûye”

Mihemed Şerîf Birhik got, "Piştî bombebarana Tirkan li ser Rojavayê Kurdistanê astengiyên herî zor li ser miletê çêbûn.

Elektrîk ji mirovan re tiştekî gelekî giring e. Ev 23 roj in me li herêma Aliyan deqeyekî jî elektrîk nedîtiye.

Ez dipirsin ji wan kesên berpirs ew ji xwe bipirsin çima ev jana zor bi ser serê vî miletî de tê.

Yê ku di vî welatî de maye poşman bûye ku baz nedaye.

Kesên berpirs di kula xwe de ne, ne di kula miletê de ne. Ev janeke gelekî zor e."

Ji bo germkirina avê, yan amadekirina xwarinê, gundî ji nû ve li tenûr, tifik û sêkuçkan vegeriyane.

Birhik ji Rûdawê re diyar kir ku ew berpirsên ku pêwîst e xizmeta xelkê bikin, li ser jiyana xelkê bûne bar û êş û azarên wan jî bi temamî hatine paşguhxistin.

“Daxwazên dijmin pêk tînin”

Mihemed Şerîf Birhik wiha pê de çû, "Gelek tiştên din jî hene. Komîteyên mafên mirovan jî nayên, ji ber ku dibêjin ew herêm herêmeke sînorî ye.

Ji bilî wê, şoreşên ku bi ser miletan de pêk tên, kes nîne berevaniya netewa Kurd bike.

Em bi rastî ûcdanê xwe, bi rastiya xwe, bi kar û xebata xwe, gerek mirov berevaniya miletê û netewa xwe bike.

Tiştên ku li welatê me di nav miletê Kurd de pêk tên, zorê li milet dikin, tedeyê dikin, netewê diêşînin, daxwazên dijmin pêk tînin.

Kes nîne ku karibe berevaniya netew û miletê bike."

Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê ji Rûdawê re axivîne, bi biryara berpirsên rêveberiya Rimêlanê, ji 29ê Çiriya Pêşînê ve elektrîk bi temamî li ser gelek gundên navçeya Aliyanê hatiye birîn.

Li gorî heman çavkaniyan, ji ber ku derxistina avê jî bi elektirîkê ve girêdayî ye, li piraniya gundan kirîzeke tund a kêmbûna avê jî derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst