ROJAVA - 20 roj in av û elektrîka gundên Aliyanê hatine qutkirin

20-11-2023
Hisên Omer
Niştecihên gundên nerazîbûn nîşan da / Wêne: Ji ber dîmenan
Niştecihên gundên nerazîbûn nîşan da / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Elektirîk Av Aliya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Niştecihên gundên herêma Aliyanê ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji bo protestokirina qutkirina av û elektrîkê, xwepêşandan li dar xist.

Ji 29ê Çiriya Pêşînê ve elektrîka hinek gundên navçeya Aliyanê hatine birîn û krîzeke dijwar a kêmbûna avê jî li herêmê derketiye.

Ji bo protestokirina qutkirina av û elektrîkê, niştecihên gundê Dugurkayê yê navçeya Aliyanê nerazîbûna xwe nîşan da.

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, bi biryara berpirsên Rêveberiya Rimêlanê, ev 20 roj in karebaya hinek gundan bi temamî  hatiye birîn.

Piştî êrişên balafiran û topbaranên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê ku jêrxaneya elektrîk, gaz û avê kiribûn armanc, tevahiya herêma sînorî ji Dêrikê heta Amûdê bê av û kareba mabû.

Şiyar Alyanî ku bi xwe xelkê navçeya Aliyanê ye ji Rûdawê re got, ji serê mehê ve, hejmarek gund li navçeyê bê av û elektrîk in.

Piştî êrişên Tirkiyeyê yên li ser wêstgehên elektrîk û gazê, bi taybetî wêstgeha Siwêdiyê, têkdana wêstgehan bûbû sedema birîna elektrîka tevahiya herêmê.

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn, santral hatine çakkirin û şiyana elektirîkê vegeriyaye wekî berê lê rêveberiya herêmê elektrîk û ava çend gundan biriye.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê bi dest xistine, piştî nerazîbûna xelkê gundê Dugurkayê ava gund hatiye berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst