Dadgehê biryar da Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçi de neyê guhdarkirin

20-09-2022
RÛDAW
Nîşan Tahir Elçi Ahmet Davutoglu Amed Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Nahit Eren ragihand ku li ser daxwaza Serdozgeriya Amedê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran bi awayekî ne li gor usulê bi piraniya dengan biryar daye ku Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçi de wek şahid neyê guhdarkirin.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren îro Sêşembê 20ê Îlona 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê doza Tahir Elçi de peyamek belav kir.

Eren dibêje: “Li ser daxwaza Serdozgeriya Amedê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran bêyî ku li benda dîroka rûniştina dozê be bi awayekî ne li gor usulê bi piraniya dengan biryar daye ku Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçi de wek şahid neyê guhdarkirin. Edalet zû yan dereng dê pêk bê.”

Berî niha Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di rûniştina dozê de daxwaz kiribû Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ku bûyera kuştina Tahir Elçî wek "kuştina siyasî" bi nav kir, li dadgehê wek şahid amade be û dadgeh guhdariya gotinên wî bike.

Li ser vê daxwaza Eren, dadgehê biryar dabû ku Davutoglu di rûniştina 23ê Mijdara 2022ê de bê guhdarkirin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, ketibû ber êrişeke çekdarî, gule li serê wî ketibû û di encamê de canê xwe ji dest dabû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst