AMED - Erdhejê derûniya ciwanekî xirab kiriye: Ew li hêviya alîkariyê ye

22-09-2023
Abdulselam Akinci
AMED - Erdhejê derûniya ciwanekî xirab kiriye: Ew li hêviya alîkariyê ye
AMED - Erdhejê derûniya ciwanekî xirab kiriye: Ew li hêviya alîkariyê ye
Nîşan Amed Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di erdhejên 6ê Sibatê de Osman li navçeya Rezanê ya Amedê di bin kavilên avahiya Yoldaşê de birîndarî rizgar bû lê milekî wî hat jêkirin.

Di wê avahiyê de bavê Osman û birayekî wî canê xwe ji dest da.

Herwiha tevî bavê û birayê Osman di wê avahiyê de 60 kesî canê xwe ji dest dabû. Niha ji ber ku milekî Osman nîne wî xwe ji jiyana rojane dûr xistiye û vegeriyaye nav xwe.

Ew dixwaze milekî protez ji xwe re bide çêkirin lê saziya sîgortayê ji ber ku wî 18 saliya xwe derbas kiriye mesrefên protezê nagire ser xwe.

Derfetên Osman û malbata wî jî nînin. Ew ji bo çêkirina milekî protez bangî xêrxwazan dike ku bibin alîkar û proteza Osman were çêkirin.

"Tofana erdhejê wisa kir ku ne mal ma, ne mêr ma û Osman jî ket vî halî"

Osman nezewicî ye dîya wî got:

“Me ew xaniyê ku di erdhejê de hilweşiya ji bo Osman bi deyn kirîbû ku me dê Osman bizewicanda û ew dê di wê malê de rûnişta.

Tofana erdhejê wisa kir ku ne mal ma, ne mêr ma û Osman jî ket vî halî.”

Di bin kavilên heman avahiyê de bavê wî Elî û birayê wî Mûradê 23 salî canê xwe ji dest da.

Sê rojan piştî rizgarkirina ji bin kavilan milê Osman ê rastê hat jêkirin.

Mexdûrê erdhejê Osman li ser rewşa xwe got:

“Eger mile min jênekirina dê zerer bida laşê min. Dibe ku heta mirinê jî biçûya. Ez 18 rojan di nexweşxaneyê de mam.

Piştî ku ez derketim du rojan carê diçûm pansûmanê. Niha milê min hinekî baş bûye.”

Niha heft meh di ser erdhejê re derbas bûne û birînên milê Osman kew girtine lê ji ber nebûna milê xwe Osman xwe ji livûtevgera civakî dûr xistiye û kêf û ken li ser rûyê wî nayê dîtin.

"Jiyana min jiyaneke zor e"

Mexdûrê erdhejê Osman anî ziman:

“Ez di vî halî de me. Jiyana min jiyaneke zor e. Ez dixwazim ku karsazek, xêrxwazek ji min re bibe alîkar.”

Dayika Osman, Meqbûle ji bo jiyana kurê wî hêsan bibe û bermahiyên erdhejê ji derûniya lawê wî dûr bikevin bi dilekî tije û bi çavên girî hawar kir û anî ziman:

“Welleh hema protezek, tiştek baş rast lê bihata ku bi pêwîstiyên xwe karibe cibicî bike, karibe nanê xwe bixwe, karibe cilên xwe li xwe bike, bi rehetî karibe derkeve derve ez vê dixwazim.

Em sifreyê datînin wek zarokan em jê re nan hûr dikin. Birayên wî neynûkên wî jê dikin. Çavê me li rehma Xwedê ye, li we ye.”

Osman, dayika xwe û xwişk û birayên xwe yên ku ji mirinê filitîne bi alîkarîya dost hevalên xwe di xaniyeke kirê de bicih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst