Rêber Ehmed: Hebûna PKKê ya li Şingalê faktora nearamiya herêmê ye

20-06-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Rêkeftina Şingalê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir ku sozên ku hikûmeta Bexdayê û civaka navneteweyî dane gelê Şingalê, divê êdî di pratîkê de cih bigirin û got, “Hebûna komên neqanûnî û PKKê li Şingalê faktora nearamiya herêmê ye.”

Îro Duşemê 20ê Hezîrana 2022an li Hewlêra paytext civîneke bi sernavê “Cîbicîkirina biryara 1325 a Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî derbarê di sedsala 20an de mafên jinan û wekheviya zayendî li Herêma Kurdistanê” hate lidarxistin.

Rêber Ehmed piştî civînê daxuyaniya da çapemeniyê û diyar kir ku rêxistinên jinan ên herêmî û navdewletî û nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê jî beşdarî civînê bûne.

Rêber Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku Encûmena Bilind a Jinan a Herêma Kurdistanê di civînê de bernameya karê xwe yê dema duyem eşkere kir û diyar kir ku ew weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên pêwendîdar, armanc dikin ku di demeke de bi piştevaniya civaka navdewletî vê bernameyê cibicî bikin.

“Kabîneya me girîngiyê dide beşdariya çalak a jinan”

Rêber Ehmed destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî teqezî li ser cîbicîkirina biryarên ku li Parlamentoya Kurdistanê û di qada navdewletî de derbarê parastina mafên jinan de hatine girtin dike.

Rêber Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku hemû pêkhateyên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê dijîn di dema borî de ji ber şerê DAIŞê û pirsgirêkên din ên ewlehiyê rastî kêşeyên mezin hatine û got, “Berî her tiştî xwişk û birayên me yên Êzidî rastî karesateke mezin hatin ku em û hemû mirovahiyê, wê tu carî ji bîr neke. Ji ber ku hovîtiya herî mezin ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li wan hat kirin.

Rêber Ehmed her wiha anî ziman, “Hêvîdar im bi hev re em ê erka xwe ji bo cîbicîkirina biryara 1325 a Encûmena Asayîşa Navdewletî pêk bînin û jin bi awayekî çalaktir beşdarî biryargirtin û birêvebirinê bibin. Herêma Kurdistanê di vî warî de xwedî ezmûneke gelekî baş e. Kabîneya nehemîn girîngiyeke mezin dide vê mijarê. Pêşniyarnameya nû ya pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan niha li Parlamentoyê ye û hewldanek cidî heye ku di demeke nêz de were derxistin.”

“Komên neqanûnî faktora nearamiya Şingalê ne”

Rêber Ehmed diyar kir ku ew ji bo pêkanîna Rêkeftina Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, ji hikûmeta Iraqê û welatên ku li Herêma Kurdistanê nûnerên wan hene, piştgiriyê dixwazin û got, “Me piştrast kir ku; divê êdî em ji civîn û salonên konferansan derkeve û sozên ku hem hikûmeta Iraqê û hem jî civaka navdewletî dane, ji bo vegera ewle û bi rûmet a gelên herêmên din bi taybetî li Şingalê, cibicî bikin.

Şêniyên Şingalê nêzî 8 salan e di kampan de dijîn. Em şermezar dikin ku heta niha Rêkeftina Şingalê nehatiye cibicîkirin. Sedema bingehîn a ku ev rêkeftin nehat cibicîkirin, hebûna komên neqanûnî yên çekdar û PKKê faktora nearamiya Şingalê ye. Me di hemû hevdîtinên xwe de daxwaz ji rêveberiya Bexdayê kir ku sedemên ku rê li ber cîbicîkirina vê rêkeftinê digirin ji holê rake. Di encamê de em dixwazin rewş asayî bibe û gelê me vegere. Divê gelê me êdî bi mayîna li kampan berdêla hebûna komên çekdar û neqanûnî yên li Şingalê nede.”

Rêber Ehmed diyar kir ku duh Yekşemê şandeke hevbeş a Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê hatiye Hewlêrê û bi rayedaran re hevdîtin kiriye û di civînan de pirsgirêkên ewlehiyê yên Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Rêber Ehmed got, “Hate teqezkirin ku divê her du alî ji bo pêkanîna Rêkeftina Şingalê erka xwe pêk bînin. Her du aliyan li hev kirin ku hebûna PKKê û grûpên çekdar ên din ên neqanûnî li Şingal û deverên din dibe sedema nearamiyê û divê ev rewş bê guhertin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst