Dema kongreya Amedsporê diyar bû

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Rêveberiyê ya Klûba Amedsporê ragihand ku wan biryara kongreyê daye.

Kongre dê 4ê Hezîranê li Tesîsên Şehmus Ozer bê lidarxistin.

Lijneya Rêveberiyê ya Klûba Amedsporê dema kongreya xwe li ser hesabê xwe yê Xê ragihand.

Di peyama xwe de Lijneya Rêveberiyê ya Klûba Amedsporê got:

“Lijneya me ya rêvebir 20ê Gulana 2024an civiya û bi yekdengî biryar da ku kongreya asayî 4ê Hezîran 2024an saet 16:30an li Tesîsên Şehmus Ozer ên Amedsporê were lidarxistin.

Eger 4ê Hezîran rêveberî bi dengên pêwîst neyê hilbijartin, biryar hatiye dayîn ku kongre 11ê Hezîranê li heman cihi, bi awayî ku pêwîstî bi piraniya dengan nebe, bê lidarxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst