Efrîn - Rêxistineke Brîtanî ji bo hawirdeyan gundekî nû ava dike

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn One Ummah Yek Umet Avahiyên komelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke îslamî ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo hawirdeyan gundekî nû ava dike.

Piştî dagirkirina Efrînê, Tirkiye bi hincetên cuda li Efrînê guherîna demografiyê didomîne.

Li herêma Efrînê ya dagirkirî avakirina cihên niştecihbûnê ji bo Ereb û Tirkmenên hawirde bê navber berdewam dike.

Li gorî nûçeya Ajansa Norh Pressê, rêxistina Îslamî ya bi navê Yek Umetê (One Ummah) ku navenda wê li Brîtanyayê ye, li herêma Efrînê avahiyên komelî yên nû lê dike.

Northe Pressê da zanîn ku Rêxistina Yek Umetê projeya avahiyên komelî fînanse dike.

Herwiha şîrketeke girêdayî meclîsa xwecihî ya Efrînê jî bi piştgiriya wê rexistinê avahiyan çêdike.

Li gorî nûçeyê, proje ji 40 avahî û 160 daîreyan pêk tê.

Heriwha mizgeftek û navendeke tenduristiyê jî di nav projeyê de heye.

Guherîna demografiyê berdewam dike

Tirkiye, bi alîkariya rêxistin û komeleyên mirovî, xebatên xwe yên ji bo guherîna demografiya bajarê Efrînê û gundên derdora wê didomîne.

Herwiha bi rêya avakirina gund û taxên niştecihbûnê ku malbatên koçber û malbatên çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, di bin hincetên derew ên wekî ku alîkariya koçberan dike têne bicihkirin.

Tirkiye û dezgeh û rêxistinên girêdayî wê li Îdlibê ji bo zeredîtiyên erdhejê piştgirî nedeya avakirina projeyên niştecihbûnê wekî ku li Efrînê dikin.

SOHRê da zanîn ku avakirina gelek gund û taxên niştecihbûnê li bajar û gundewarên Efrînê û bicihkirina hawirdeyan li wan gund û deveran fermandar û çekdarên komên ser bi Tirkiyeyê ve serdest in.

Herwiha 25ê Adarê jî li gundê Şaderahê yê navçeya Şêrawaya Efrînê rêxistina bi navê Destê Spî projeyeke niştecihbûnê ya bi navê Basmahê ku ji 80 xaniyan pêk tê vekir.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst