Li Herêma Kurdistanê dengdayîna gera duyem dest pê kir

20-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Tirkiyê yên ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê dijîn ji bo gera duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê ya ku dê di 28ê Gulanê de li Tirkiyê bê kirin, çûn ser sindoqan.

Dengdêran li ser sindoqên ku li Konsulxaneyên Hewlêr û Besrayê û herwiha Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê hatine danîn dest bi dengdanê kirin.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Memet Mevlut Yakut da zanîn ku hilbijêr dikarin îro û sibe dengê xwe bidin û sindoq dê sibê ji saet 08:00 heta 22:00 êvarê vekirî bimînin.

Yakut daxuyaniyek da çapemeniyê û tê diyar kir ku rêjeya beşdariya di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji sedî 87 bûye û ew hêvî dikin ku di gera duyemîn a dengdanê de rêjeya tevlîbûnê hîn zêdetir bibe.

Memet Mevlutd Yakut, anî ziman ku hilbijartinên gera yekem bi ewle derbas bûn û got "Hêvîdar im vê carê jî heman tişt bibe."

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê banga beşdariya di hilbijartinan de kir û got “Bi baweriya min encamên hilbijartinan ti bandorê li pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê nake.”

Li aliyê din Yakut pirsa welatiyên ku ji Herêma Kurdistanê dixwazin biçin Tirkiyê di dema derbasbûnê de li aliyê Tirkiyê ji wan re astengî tên derxistin bê bersiv hişt.

Herwiha proseya dengdanê ya li Balyozxaneya Tirkiyê ya Bexdayê dê ji saet 09:00ê sibê heta saet 19:00ê êvarê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst