Brahîm Biro: PYD Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê ji bo armancên xwe bi kar tîne

20-05-2023
RÛDAW
Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Brahîm Biro
Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Brahîm Biro
Nîşan Deriyê Sêmalkayê Brahîm Bro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê li ser girtina Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka got, “PYD Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê ji bo armancên xwe bi kar tîne.”

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Brahîm Biro îro Şemiyê beşdarî bultena Nûroj a Rûdawê bû bersiva pirsên li ser girtina Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û mijarên di rojevê de da.

Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bi biryara Serok Mesûd Barzanî 6ê Çileya 2013an ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate vekirin ku weke deriyekî bazirganî û mirovî jî tê naskirin lê piştî ku Rêveberiya Xweser rê nedabû endam û serkirdeyên ENKSê bi rêya wê deriyê beşdarî vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî bibin biryara girtina derî hatibû dayîn ku îro roja dawî ya cibicîkirina biryarê ye.

Brahîm Biro bal kişande ser wê yekê ku Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka ne fermî ye û di dawiya 2012an de ji aliyê Serok Barzanî ve hate vekirin û got, “Ew derî ji bo hemû pêkhateyên û aliyên siyasî ye. 3 rêkeftin hene û di her rêkeftinekê de xaleke taybet heye ku ev derî hevbeş bê birêvebirin. Ev 10 deh sal bêhtir çêbûn aliyekî siyasî wê deriyê bi kar tîne. Di wê deriyê re bazirganî, rêxistinên mirovî, dîplomat, ragihandin, xelk û her tişt derbas dibin. Ev tenê aliyek derbas dike lê ji bo ENKSê û Eniya Aştî û Azadiyê rê girtî ye. Em dizanin di vê demê de bi hezaran xelkê me ji welatan tên serdana malbatên xwe dikin.”

Bro her wiha anî ziman, “Ji bo vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî çend mîvan ên ji ENKSê hatin vexwendin lê rê nedan wan. Ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê jî biryareke wiha da ku lê vegerek di vî derî de çê bibe. Em dizanin çiqas xelkê me bi girtina derî zerarmend jî dibin ku nexweş, serdan tên û karê xelkê gelekî bi vê deriyê heye lê heger ev derî tenê ji aliyê PYDê ve ji bo armancên xwe bê bikaranîn ev gelekî astengiyan çê dike.”

Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalkayê deriyekî sînorî yê giring ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bilî armancên mirovî, deriyekî aborî yê girîng e ji bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber ku ji %60 kelûpelên xwarinê yên wê parçeya Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînor ve tên dabînkirin.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê yê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xistibû ku Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê hatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst